Li Nepalê ji ber barîna baranên tund û hezazê 77 kesan jiyana xwe ji dest dan
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Nepalê ji ber barîna baranên tund û hezazê 77 kesan jiyana xwe ji dest dan

Rukiye Mistefa

BasNews – Li Nepalê ji ber barîna baranên zêde û lehî û hezazên pêkhatin 77 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya di çapemeniya Nepalê de cîh girtine, çend rojên dawiyê pêla baranên tund a li Hindîstan girte navxwe, li hin herêmên Nepalê jî girte navxwe û lehî û hezaz pêkhatin.

Wezareta Navxwe ragehand, di lehî û hezazên pêkhatine de 24 kes li Panchthar a sînorê Hindîstanê, 13 kes li Ilamê û 12 kes jî li Dotî ya li rojavayê Nepalê û bi giştî 77 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragehandin ji ber wê karesatê 22 kes jî birîndar bûne û 26 kesên din jî winda ne.

Hat ragehandin li gelek herêmên welat karesat heye û di serî de bajarê Biratnagar, li gelek herêman zeviyên birinc di bin avê de mane, çem rabûne, pir, rê û mal di bin avê de mane û ziyan geheştiye wan.

Li bajarokê Baitadî yê li Rojavayê Nepalê ji ber wê karesatê gel asê maye û tê gotin dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Rayedarên hikûmetê ji bo malbatên ku merivên xwe di vê karesatê de winda kirine 700 dolar alîkariyê bikin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved