Lijneya Perwerde û Xwandina Bilind li Parlamentoyê: Bi ti awayekî deriyên dibistanan nayên daxistin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Lijneya Perwerde û Xwandina Bilind li Parlamentoyê: Bi ti awayekî deriyên dibistanan nayên daxistin

BasNews – Serokê Lijneya Perwerde û Xwandina Bilind li Parlamentoya Kurdistanê ragehand, bi ti awayekî deriyên dibistan û navendên xwandinê nayên daxistin û hewl tê dayîn piraniya mamostayan bên vaksîn kirin.

Serokê Lijneya Perwerde û Xwandina Bilind li Parlamentoya Kurdistanê Ebduselam Dolemerî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi ti awayekî deriyên dibistan û navendên xwandinê nayên daxistin û proseya xwandinê dê berdewam bike.’’

Derbarê vaksîna ji bo mamostayan de jî got: ‘’Nabe mamosta bên naçar kirin ku vaksînê li xwe bidin, lê em dikarin teşfîq bikin ku piraniya wan vaksîn wergirin.’’

Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî jî berî naha diyar kiribû: ‘’Wek pêwîst mamosta vaksînê li xwe nadin, ji 120 hezar mamostayan û fermanberên perwerdê tenê nêzîkî 30 hezar kesan vaksîn li xwe dane.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved