Guhdar Şêxo: Hemû rêveberiyên Zaxo bi wezaretên hikûmetê ve hatin girêdan
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Guhdar Şêxo: Hemû rêveberiyên Zaxo bi wezaretên hikûmetê ve hatin girêdan

BasNews – Piştî li îdareya serbixwe ya Zaxo hejmarek rêveberiyên giştî hatin ragehandin, serpereştê îdareya serbixwe ya Zaxo aşkera kir, ew rêveberiyên nebûne giştî rasterast bi wezareta hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatine girêdan.

Serpereştê îdareya serbixwe ya Zaxo Guhdr Şêxo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çend sal berî nahe Serok Barzanî soz da xelkê Zaxo ku ew bajare bibe îdareya serbixwe û bi dilxweşî ve ew soz bi destê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hate bicîhanîn. Diyare îdareya serbixwe ya Zaxo dikare hejmarek xizmetan pêşkeş bi xelkê Zaxo bike, ji ber rojane bi sedan kes ji bo bicîhanîna karûbarên xwe yên fermî diçûn Duhokê, lê naha hemû kar li Zaxo tên bicîhanîn û ew karasaniyeke ji bo xelkê me û hikûmeta herêma Kurdistanê jî dikare hejmarek xizmetan pêşkeşî xelkê Zaxo bike.’’

Herwaha got, îdareya serbixwe ya Zaxo li du qeza pêktê ku qeza navendî ya Zaxo û qeza Batîfa ku berê nahye bû. Lê biryara bi qeza kirinê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hate dayîn û bi wî awayî du komelgehên Bêgova û Avgen jî dibin nahye û hejmarek rêveberiyên giştî li Zaxo hatine ragehandin û ew rêveberiyên ku nebûne giştî jî rasterast bi wezaretên hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatine girêdan.

Guhdar Şêxo got: ‘’Îdareya serbixwe ya Zaxo ji bo her projeyekî bikeve xizmeta xelkê Zaxo dê budceya wê ya taybet heye, armanca me jî ew e ku sektora kiştûkal û geştyarî û bazirganiya deverê dewlemend bikin û plana me heye ji bo karkirina li ser wan sektoran û cîhbicîh bikin.’’

Serpereştê îdareya Zaxo diyar kir serokê hikûmeta herêma Kurdistanê berdewame di piştevaniya xelkê Zaxo de û soz daye bi hemû hêza xwe ve xizmetê ji xelkê Zaxo re bike.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved