Rukiye Mistefa
BasNews – Li eyaleta Liaoning a Çînê di encama teqîna gaza xwezayî de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor çapemeniya Çînê li paytexta eyaleta Liaoning Şinyangê di restorantekî de teqîna gaza xwezayî pêkhat û herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûn.
Hat ragehandin ji ber teqînê avahiya 3 tebeq de ziyaneke mezin pêkhatiye û avahiyê li derdorê û wesayîtên parkkirî jî ziyan dîtine.
Derbarê sedemê teqînê de hat ragehandin, lêkolîn berdewam dike.