Li Kobanê di êrîşeke bi dron a Tirkiyê de 2 kesan canê xwe ji dest dan
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Kobanê di êrîşeke bi dron a Tirkiyê de 2 kesan canê xwe ji dest dan

BasNews – Du endamên Rêveberiya Xweser li Kobanê di êrîşeke bi dron a Tirkiyê de hatin kuştin.

Hêzên Ewlekariya Navxwe (Asayiş) di daxuyaniyekê de ragihand, droneke artêşa Tirkiyê roja Çarşemê 20ê Cotmeha 2021ê, otomobîla Hevserokê Encûmena Dadweriya Civakî ya Rêveberiya Xweser Bekir Ceradê li bajarê Kobanê armanc girt.  

Li gor daxuyaniya Asayişê, di encama wê êrîşê de Bekir Ceradê birîndar bû û 2 endamên Rêveberiya Xweser Faris Mizî û Hemze Hemze jiyana xwe ji dest dan. Herwiha hejmarek sivîlên din jî birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Navxwe ragehand: “Ev êrîş, hewldaneke din a dagirkeriya Tirkiyê ye ku armanca  wê tirsandina sivîlan û têkbirina aramiya li hemû herêmên me ye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek Hêzên Ewlekariya Navxwe, em tekez dikin ku em ê tevî hemû gefan jî, erkên xwe yên parastina ewlehî û aramiya herêmê bi cih bînin.”

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved