Li Rojavayê Kurdistanê 13 pêketiyên vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Rojavayê Kurdistanê 13 pêketiyên vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan

BasNews – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 13 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 13 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 355 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 12 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 32753 kesan, ji wan 2327 kes baş bûne û 1142 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved