Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî karwanekî alîkariyên bijîşkî şande Rojavayê Kurdistanê
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî karwanekî alîkariyên bijîşkî şande Rojavayê Kurdistanê

BasNews – Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî bi alîkariya rêxistina IEH ya Almanyayê ve karwaneke alîkariyên bijîşkî şande Rojavayê Kurdistanê.

Duh 18.10.2021ê di çarçoveya sektora tenduristî de Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî bi alîkariya rêxistina Alman a IEH ve karwaneke din ê alîkariyên bijîşkî pêşkeşî nexwaşxaneyên Rojavayê Kurdistanê kir.

Vê derbarê de berpirsê ofîsa Şingalê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Pîr Deyan ragehand: ‘’Bi alîkariya li gel rêxistina IEH a Almanyayê ve amûr û pêdiviyên bijîşkî me şand ji bo bajarên Rojavayê Kurdistanê û emê berdewam jî bikin ji bo gehandina alîkariyan ji rûniştvanên Rojavayê Kurdistanê re.’’

Herwaha got: ‘’Ew tişt û amûrên bijîşkî ji nexwaşxaneyên Rojavayê Kurdistanê re hatin pêşkeş kirin û nirxê tiştên ku hatine şandin jî 542 hezar dolarê Amerîkayê digre.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved