Mamostayekî zankoyê: Çaksaziyên hikûmeta Kurdistanê bûn sebeba zêdebûna dengên PDKê
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Mamostayekî zankoyê: Çaksaziyên hikûmeta Kurdistanê bûn sebeba zêdebûna dengên PDKê

BasNews – Mamostayekî zankoyê dibêje, ji ber wê çaksaziya ku ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hatine kirin, dengên PDKê di hilbijartinên Iraqê de zêde bûn.

Mamostayê zanistên siyasî li zankoya Selahedîn ya Hewlêrê, dr. Perwîz Rehîm Qadir ji BasNewsê re got, PDK ku hikûmeta Kurdistanê di destê wê de ye, heta niha di bicîhanîna sozên xwe de rastgo bûye. PDKê her wiha berevanî li xelk û xaka Kurdistanê kiriye. Ev bûne sebeb ku dengên PDKê di hilbijartinan de zêde bibin.

Dr. Perwîz Rehîm Qadir her wiha got, yek ji sebebên din yên zêdebûna dengên PDKê, çaksazî ye. Kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî di heyama du salên borî de çaksaziyên mezin kirine û heta niha jî didomin. Ji ber vê yekê hejmara kursî û dengên PDKê zêde bûne.

Wî mamostayê zankoyê anî ziman jî, êdî xelk bi şerê medyayî û polemîk û alozkirina rewşê nayê xapandin. Xelk li piratîkê dinêre û biryara xwe dide.

Bi gotina wî pisporî, hikûmeta Kurdistanê hewl dide û daye ku ferq û cudahiya navbera deverên Kurdistanê kêm bibe ji ber ku hikûmet tenê ya partiyekê û aliyekî nîne, hikûmeta hemû xelkê Kurdistanê û aliyên siyasî ye, ev jî pêngavek girîng e bo çêbûna zemîna dewletbûnê.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved