Li Ukraynayê di 24 demjimêran de 538 pêketiyên vîrusa koronayê mirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Ukraynayê di 24 demjimêran de 538 pêketiyên vîrusa koronayê mirin

Rukiye Mistefa

BasNews – Li Ukraynayê di 24 demjimêrên borî de 538 kesên pêketiyên vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan û ew rêjeya mirinê ya herî bilind bû li wî welatî ku hatî tomar kirin.

Li gor daxuyaniya ji aliyê wezareta tenduristiya Ukraynayê 118 hezar û 195 testên vîrusa koronayê hatine kirin.

Li gor heman daxuyaniyê di 24 demjimêrên borî de li Ukraynayê 15 hezar û 579 kesan de vîrusa koronayê hatiye tespît kirin û 538 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Li Ukraynayê di meha Gulanê de rêjeya pêketina vîrusa koronayê pir daketibû, lê di meha Îlonê de careke din ew rêje bilind bû û heta naha rêjeya herî bilind a pêketina vîrusa koronayê li wî welatî 3yê Nîsanê bi 20 hezar û 341 kesan ve hatibû tomar kirin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved