Komîsyona hilbijartinan ya Iraqê: 17 rojên din encamên fermî yên hilbijartinan tê ragehandin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Komîsyona hilbijartinan ya Iraqê: 17 rojên din encamên fermî yên hilbijartinan tê ragehandin

BasNews – Komîsyona hilbijartinan ya Iraqê ragihand, 17 rojên din dê encamên fermî û dawî yên hilbijartinên giştî yên Iraqê eşkere bikin.

Endamê tîma medyayî ya komîsyona hilbijartinan ya Iraqê, Îmad Cemîl ragihand, îro roja dawî ya mohleta pêşkêşkirina gilî û şikayetên aliyên siyasî ye li ser encamên hilbijartinên Iraqê.

Îmad Cemîl her wiha got, heta niha zêdetirî 1300 gilî gihîştine destê me. Piştî ku dûvçûn li ser wan giliyan hat kirin, dê encamên fermî bên ragehandin.

Bi gotina wî berpirsê komîsyonê, 17 rojên din dê encamên fermî û dawî yên hilbijartinan bên ragehadin.

Hilbijartinên giştî yên Iraqê roja 10 vê meh hat kirin û roja 16 vê mehê jî encamên destpêkê yên hilbijartinan ji aliyê komîsyonê ve hat ragehandin.

LI gorî wan encaman, hejmara kursiyên beşek ji aliyên siyasî wiha ye:

Tevgera Sedr: 73 kursî

Tifaqa Teqedum: 38 kursî

Dewleta Qanûnê: 35 kursî

PDK:33 kursî

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved