Bafil Talebanî: Di nava YNKê de herkesê yasa binpê kiribe di kîjan postê de be em ê bi tûndî rûbereyî wî bibin  
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Bafil Talebanî: Di nava YNKê de herkesê yasa binpê kiribe di kîjan postê de be em ê bi tûndî rûbereyî wî bibin  

BasNews- Malbata wî karmendê ewlekariyê yê ji aliyê kurê endamekî serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hatibû kuştin serdana Hevserokê YNKê Bafil Talebanî kirin.

Êvara îro malbata Heval Mihemed Kakexan, ew karmendê ewlehiyê ku ji aliyê kurê endamê serkirdayetiya YNKê Hemesûr Dûşîwanî hatibû kuştin û heta niha kujer radestî polîs û dadgehê nehatiye kirin serdana Bafil Talebanî kirin.

Herwiha di daxuyaniyekê de Bafil Talebanî kuştina wî karmendî weke neheqî û wesif kir û da zanîn ew karmendê ewlehiyê bi şêweyekî nemirovane hatiye qetilkirin.
Bafil Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ew bi ti awayî piştgiriya hîç tohmetbarekî nakin û rênadin ti kesekî yasayan binpê bike.

Di berdewamiyê jî de Bafil Talebanî hişyarî da berpirsên YNKê jî û ragihandiye: ‘’Di nava YNKê de herkesekî di her postekê û berpirsiyariyekê e be û yasayan binpê bike, em ê bi tundtirîn şêweyê rûberrûyî wan bibin û wan radestî desthilara dadweriyê bikin û nabe bi hîç awayekî herkesek di ser yasayan re be û aramiya heyî ji nav bibe. ‘'

Ev yek di demekê daye duhê roja yekşemê 17.10.2021ê malbata Heval Mihemed Kakexan aşkere kiribûn kurê Hemesûr Duşiwanî nehatiye radestkrin ji bo polis û dadgehê û belkî ew di destê asayîşê deye.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved