Iraq- 29 kesên din bi Koronayê mirine
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Iraq- 29 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û ragihand 1.559 berketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 29 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro roja duşemê 18.10.2021ê Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir di heyama 24 saetên dawîn de li seranserî Iraqê û Herêma Kurdistanê 1.559 berketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 2.851 berketiyên Koronayê jî baş bûne û 29 kes jî bi Koronayê mirine.

Heta niha li seranserî Iraqê û Herêma Kurdistanê 2 milyon û 37 hezar û 12 kes bi Koronayê ketine û 1 milyon û 970 hezar û 713 berketiyên Koronayê jî baş bûne û 22 hezar û 785 kes jî bi Koronayê mirine.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved