Efrîn- Çekdarên opozîsyonê 5 kes revandin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn- Çekdarên opozîsyonê 5 kes revandin

BasNews- Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kesên sivîl revandin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî duhê 17ê vê mehê 5 welatiyên gundê Memila yê ser bi navçeya Raco ve revandin.

Herwiha heman çavkaniyê diyar kir jî, ew 5 kes bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûye hatin girtin.

Ev yek di demekê hefteya borî jî 10 kes ji gundê Memila hatibûn revandin û piştî ku çekdaran 1200 lîreyên tirkî ji her yekî ji wan standin, ew berdan.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved