Amerîka- Colin Powell koça dawî kir
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Amerîka- Colin Powell koça dawî kir

BasNews- Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Colin Powell îro roja duşemê jiber alozîyên nexweşîya koronayê mir, li gorî daxuyanîyeke malbata wî.

Colin Powell 84 salî bû, berî ku di dema serokatîya George W. Bush de bibe wezîrê derve bûbû serokê erkanên leşkerîya Amerîka û herwiha şêwirmendê ewlekarîya niştimanî.

Herwiha Powell yekem Amerîkîyê Afrîqî bû ku posta wezîrê derve werbigire û herwisa genctirîn û yekemîn Amerîkîyê Afrîqî bû ku di posta serokê erkanên leşkerîya Amerîkî de cih bigire.

Colin Powell, ku bixwe endamekî Partîya Komarî bû, xwedî roleke serekî bû di şerê Amerîkayê li Iraqê de.

Hêjayî gotinê ye ku Powell bi temamî li dijî vîrusa koronayê hatibû vaksîn kirin, li gor malbata wî ragihandiye.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved