Îran - Li Hemedanê jineka kurd ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêran hat kuştin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Îran - Li Hemedanê jineka kurd ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêran hat kuştin

BasNews – Li bajarê Hemedan yê Îranê, jineka kurd ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, şeva 15 vê mehê li bajarê Hemedanê jineka kurd ya xelka bajarê Sine bi navê Leyla Şekîba ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêran hat kuştin.

Heta niha nayê zanîn wî zilamî çima hevjîna xwe kuştiye.

Ew jina ku hatiye kuştin, 39 salî û dayka du zarokan bûye.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved