BasNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê beşdarî merasîma salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê (mewlûd) bû.
Îro Duşemê 18ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li mizgefta Şêx Çolî ya Hewlêrê beşdarî merasîma mewlûdê bû.
Piştî merasimê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xweşhaliya xwe nîşan da û li twittera xwe nivîsî: “Îro xweşhal bûm li mizgefta Şêxê Çolî li bajarê Hewlêrê beşdarî merasîma bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed (silavên Xwedê lê be) bûm.”