Li sînorê Xaneqînê bûyerekî hatûçûnê de 2 kes mirin, 13 kes birîndar bûn
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li sînorê Xaneqînê bûyerekî hatûçûnê de 2 kes mirin, 13 kes birîndar bûn

BasNews – Îro li sînorê nahyeya Seidiye ya ser bi qeza Xaneqînê ji ber minibûsek wergerya 2 kesan canê xwe ji dest dan, 13 kesên din jî birîndar bûn.

Berpirsê beşa ragehandina qaymeqamiya qeza Xaneqînê Yusif Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 18.10.2021ê li navçeya Kubaş a ser bi nahyeya Seidiye ya ser bi qeza Xaneqînê minibûsek wergerya û du kesan canê xwe ji dest dan, 13 kesên din jî birîndar bûn.’’

Herwaha got: ‘’Kesên ku nav minibûsê de hemû xwîşk û birayên hev bûn û xelkê sînorê qeza Xaneqînê ne û xwestine biçin bo ziyareta Kerbela û Necefê.’’

Yusif Îbrahîm aşkera kir: ‘’Di encama vê bûyerê de du keçan canê xwe ji dest dan, herwaha 13 rêwiyên din jî birîndarbûn ku birîna 3 kes ji wan giran e.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved