Serkirdeyekî Gorran: YNKê zererek mezin li me da
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Serkirdeyekî Gorran: YNKê zererek mezin li me da

 

BasNews – Serkirdeyekî Gorran dibêje, eger Gorran bi tenê beşdarî hilbijartinên Iraqê bibûya dê herî kêm 5 kursî qazanc bikira lê YNKê zererek mezin li wan da.

Di hilbijartinên roja 10 vê mehê yên Iraqê, Gorran û YNK bi hev re û di bin navê Hevpeymaniya Kurdistanî beşdarî hilbijartinan bû. Ti kandîdekî Gorranê nekarî deng bîne û derbasî parlementoyê bibe û bi vî rengî Gorran rastî şikestinek mezin hat.

Endamê civata niştimanî ya Gorran, şêx Yûsif Bax li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, sebeba serekî ya şikestina Gorranê, ew parlementerên Gorranê bûn ku li Bexdayê xiyanet li Gorranê kirin. Ew birçî hatin ba Gorranê, dema têr jî bûn dest ji Gorranê berdan û xiyanet lê kirin. Ji ber wê jî sebeba serekî ya şikestina Gorranê jî ew bûn.

Hinek şikestina Gorranê davêjin stûyê kordînatorê giştî Umer Seyîd Elî. Wî serkirdeyê Gorran li ser vê mijarê jî got, bi ti awayî Umerê Seyîd Elî li hember wê şikestina Gorranê de berpirsiyar nîne. Ew kesekî pak û durist e û heta Gorran hebe emê wî wek serkirdeyê xwe bizanin.

Bi gotina wî serkirdeyê Gorran, eger Gorran bi serê xwe beşdarî hilbijartinan kiriba herî kêm dê 5 kursî bi dest anîba lê YNKê zererek mezin li wan da.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved