Xwepêşanderan rêya navbera Kerkûk û Bexdayê daxistin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Xwepêşanderan rêya navbera Kerkûk û Bexdayê daxistin

BasNews – Ji ber xwepêşandanên wan aliyên ku ji encamên helbijartinên Parlamentoya Iraq nerazîne, ji aliyê xwepêşanderan ve rêya navbera Kerkûk bo Bexdayê hate daxistin.

Peyamnêrê BasNewsê ragehand, îro 18.10.2021ê li navçeya Xalis a ser bi parêzgeha Diyale, ku rêya hatûçûnê ya ji Kerkûk bo Bexdayê ji wê deverê re derbas dibe, xwepêşanderên wan partî û aliyên ku ji encamên helbijartinên pêşwext ên Iraqê nerazîne, ew rêya serekî ya Kerkûk – Bexdayê daxistin.

Naha nêzîkî qezaya Xalis ji ber wan xwepêşandanan qerebalixekî zêde heye, ji ber xwepêşander li ser wê rêyê ne û rêya serekî ye ji bo paytexta Iraqê Bexdayê.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved