BasNews- Îro piştî nîvro nivîskar û rojnameger û endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Feysel Dêhatî ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Serokê Liqa Hewlêrê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Abdulrehman Ferhad ji BasNewsê re axivî û da zanîn îro roja şemiyê 16.10.2021ê piştî nivro nivîskar û Feysel Dêhatî ji ber nexweşiyê koça dawî kiriye.
Nivîskar Feysel Dêhatî di sala 1963an de li Hewlêrê ji dayik bûye û xwendina xwe ya seretayî û navîn li Hewlêrê kiriye û piştre çûye nava refên Pêşmergeyan.
Herwiha di Raperîna 1991ê de di nava medyaya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kar dike û xebatên wî di kovarên weke Gulanî Êwaran û kovara Gulanê kar kiriye. Çîrokên wî di gelek rojname û kovaran de çap bûne û herî dawî ew weke kitêb jî çap û belav kirine.