Bennett: Heger cîhan beramber Îranê pêngavan nevêje, Îsraîl dê tenê beramber Tehranê biweste
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Bennett: Heger cîhan beramber Îranê pêngavan nevêje, Îsraîl dê tenê beramber Tehranê biweste

BasNews- Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett îro di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bang li civata navnetewî kir ku bi yekhelwestî li dijî Îranê bisekine.

Herwiha Bennet dibêje: “Îran ber bi avakirina çekên navokî diçe. Ger cîhan hember wê pêngavan nevêje, Îsraîl wê bi serê xwe Îranê bisekinîne.”

Bennet di axaftina xwe de qala pirsgirêkên dîrokî ya bi Filîstînîyan re nekir û li şûna wê hewil da ku Îranê wek belayê bona tevahîya ewlekarîya cîhanê nîşan bide.

Herwiha Bennett got: “Programa navokî ya Îranê giheştiye qonaxeke gelek xeter û sebra me jî êdî nemaye. Gotin nikarin pêşî li zivirîna sentirfujan bigirin.”

Bennett di Hezîranê de li şûna Benjamin Netanyahu bûbû serokwezîrê Îsraîlê. Pispor bal dikşînin ku tevî ku awayê peyîvîna wî nermtir be jî, peyamên wî mîna wek yên Netanyahu bûn ku Îranê wek dijminê serekî nîşan dida.

Bennet erokê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî, bi sedema rola wî ya eciqandina rikeberên xwe yên sîyasî, wek “qasabê Tehranê” bi nav kir û Îran bi piştgirîya dijminên Îsraîlê yên herêmî tawanbar kir.

Bennett îdia kir ku maytekirina Îranê ya li Lubnan, Yemen û Sûrîyê wêrankarî anîye wan dewletan.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved