Tirkiye- 206 kesên din bi Koronayê mirine
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Tirkiye- 206 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di heyama 24 saetên dawîn de 27 hezar û 188 berketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 206 kes jî bi Koronayê mirine.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên rojane yên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê belav kir.

Li gorî amaran di 24 saetên dawîn de 353 hezar û 324 testên Covid-19ê hatin kirin, encama testa 27 hezar û 188 kesan pozîtîf derketin, 206 kesan canê xwe ji dest dan. Hejmara başbûyan jî 25 hezar û 160 e.

Herwiha Wezareta Tendirustiya Tirkiyê diyar kiriye, 53 milyon û 556 hezar û 13 kesan heta niha dozek vaksînê wergirtine, 43 milyon û 813 hezar û 987 kesan doza duyem a vaksînê wergirtine û 10 milyon û 215 hezar û 617 kesan jî doza sêyem a vaksîna Covid-19 wergirtine.

Di çarçoveya Covid-19ê de heta îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 108 milyon û 305 hezar û 902 derziyên dijî coronayê hatine kirin. Di vaksînkirinê de parêzgeha Mugla li rojavayê Tirkiyê yekem û Rihaya Bakurê Kurdistanê di rêza dawî de ye.

Li gorî Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, li dû Muglayê Amasya, Eskîşehîr, Çanakkale, Ordu, Edîrne, Balikesîr, Burdur û Osmaniye herî zêde vaksîna Covid-19 hatiye lêdan.

Parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi giştî di rêzên dawî yên wergirtina vaksînê de cih girtine. Li dûv Rihayê, Mêrdîn, Bedlîs, Êlih, Mûş, Amed, Sêrt, Agirî, Çewlig û Şirnex cî dikirin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved