BasNews- Îro roja duşemê Wezareta Pêşmerge ragihandiye pêngavên rêkxistina herdu hêzên piştevanî yek û piştevanî du temam bûne û di demeke nêzîk de biryara Wezareta Pêşmerge li ser wê pêngavê derdikeve.
Wezaretî Pêşmerge di daxuyaniyekê de aşkere kiriye Rêveberê Plandananê yê Wezareta Pêşmerge Karzan Şeqlaweyî ligel berpirsê hêzên Brîtanyayê Colonel Charlie û berpirsê hêzên Amerîkayê Colonel Mike û yek ji rawêjkarên bilind ê serbazî yên Almanya Holendal û nûnerên hêzên piştevanî yên yek û du civiya.
Herwuha Wezareta Pêşmerge ragihandiye pênagvên rêkxistina hêzên Pêşmerge hatine gotûbûjkirin û proseya yekxistina herdu hêzên yek û du hatiye temamkirin.