BasNews – Serkirdeyekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) dibêje, referandoma serxwebûna Kurdistanê di dîrokê de hatiye tomarkirin û ti carî nayê reşkirin.
Serkirdeyê Yekgirtû û wezîrê berê yê deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, Nesredîn Sindî li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê ji BasNewsê re got, kurd jî mîna her miletekî din mafê wî heye qedera xwe bi destê xwe kifş bike, referandom jî beşek ji wî mafî bû.
Nesredîn Sindî her wiha got, divê rêz li biryara gelê Kurdistanê were girtin ku roja 25 Îlona 2017 anî ziman. Çima referandom û mafê çarenivîsê bo her kesî helal be lê bo kurdan heram be?!
Wî serkirdeyê Yekgirtû da zanîn, gelê kurd dikare her gava derfet hat pêş, ji referandomê sûdê bibîne.
Bi gotina wî serkirdeyê Yekgirtû, referandoma serxwebûna Kurdistanê di dîrokê de hatiye tomarkirin û ti carî nayê reşkirin.