Li Xaneqînê sibe û dusibe bêhnvedana fermî ye
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Xaneqînê sibe û dusibe bêhnvedana fermî ye

BasNews – Li bajarê Xaneqînê ji ber salvegera kuştina sêyemîn îmamê şîeyan îmam Husên du rojan bêhnvendan e

Berdevkê qaymeqamtiya Xaneqînê, Yûsif Îbrahîm ji BasNewsê re got, roja 28 vê mehê salvegera çilemîn roja şehîdbûna îmam Husên e, ji ber wê jî bêhnvedana fermî ye li Xaneqînê.

Yûsif Îbrahîm her wiha got, ji ber wê jî me biryar da sibê jî bibe bêhnvedana fermî, bi vî rengî du roj dibe bêhnvedan.

Wî berpirsê Xaneqînê da zanîn, xelkê bajêr bo salvegera han diçin bajarê Kerbela yê Iraqê loma wan biryar dan sibe û dusibe bikin bêhnvedan.

Piraniya kurdên Xaneqînê şîe ne.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved