Yekemîn pêşangeha navdewletî ya tûrîzmê li Duhokê tê vekirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Yekemîn pêşangeha navdewletî ya tûrîzmê li Duhokê tê vekirin

BasNews – Li bajarê Duhokê yekemîn pêşangeha navdewletî ya tûrîzmê tê vekirin û bi dehan kompaniyên navxwe û biyanî beşdar dibin.

Berdevkê rêveberiya tûrîzma Duhokê, Rêwar Mihemed Reşîd ji BasNewsê re got, sibê yekemîn pêşangeha navdewletî ya tûrîzmê li Duhokê tê vekirin û sê rojan berdewam dibe.

Rêwar Mihemed Reşîd her wiha got, pêşangeha han dê sirûşta Kurdistanê bi giştî û bi taybet jî ya Duhokê nîşanî beşdaran bide û 130 şîkretên biyanî û navxwe beşdar dibin.

Bi gotina berdevkê tûrîzma Duhokê, di pêşangehê de dê xebat û çalakiyên hunerî û berhemên cotkarên Kurdistanê her wiha karên cuda dê bên nîşandan.

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved