BasNews – Kurdên rûniştvanên Almanyayê dijî binpêkirinên PKKê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi xwepêşandanekî nerazîbûn nîşandan.
Xwepêşandana duh 25.09.2021ê li bajarê Dusseldorf a Almanyayê pêkhat û kurdên li wî welatî jiyan dikin dijatiya xwe ya derbarê siyaset û binpêkirinên PKKê yên li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi xwepêşandanekî nerazîbûna xwe aşkera kirin.
Çalakvanê siyasî yê kurd û rûniştvanê Almanyayê Newroz Bîjo ji BasNewsê re ragehand: Me di vê rojê de bi serbilindî salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê pîroz kir, ku wê demê jî PKKê dijatiya xwe li hember referandûmê nîşan dabû.
Li gor Newroz Bîjo, kurdên Almanya di vê xwepêşandanê de daxwaz ji PKKê kirin, êdî destwerdanê li karûbarên Rojavayê Kurdistan û Herêma Kurdistanê neke û eger rast dibêje bila wegere ser qada xwe ya xebatê ya li Bakurê Kurdistanê.
Herwaha ragehand, di xwepêşandanê de kurdên Almanya piştevaniya xwe ji bo hêzên Pêşmerge û Başûrê Kurdistanê nîşandan û got: ‘’Em berevaniyê li herêma Kurdistanê dikin, ji ber cîhê serekî yên ku kurd berê xwe didin ê Kurdistanê ye.’’