Erdogan: Ji mêje me pirsa kurd çareser kiriye
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Erdogan: Ji mêje me pirsa kurd çareser kiriye

BasNews- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pirsa Kurd de axivî ku van rojan bûye rojeva siyaseta Tirkiyê û got: “Li Tirkiyê pirsa Kurd tune, me ji mêj ve ev pirs çareser kir û qedand.”

Recep Tayyîp Erdogan di roja dawî ya serdana xwe ya Amerîkayê de li New Yorkê ji rojnamevanan re axivî û li ser pirsa Kurd ku ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û Parlamenterê Wanê yê HDPê Sezai Temelli ve hatibû rojevê, got: “Li Tirkiyê pirsa Kurd tune, me ji mêj ve ev pirs çareser kir û qedand.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu berî niha ragihandibû ku cihê çareserkirina pirsa Kurd parlamento ye û ew ê pirsa Kurd li gel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çareser bikin.

Piştî van gotinên Kemal Kiliçdaroglu pirsa Kurd careke din bû rojeveke germ a siyaseta Tirkiyê û nîqaş li ser “muxatab kî ye?” rawestiyan.

Ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve li ser vê nîqaşê helwestek diyar nebûbû, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li New Yorkê li ser vê mijarê axivî û helwesta xwe eşkere kir.

Erdogan bal kişand ser nîqaşên derbarê pirsa Kurd de û got, “Li Tirkiyê pirseke bi vî rengî tune ye. Me ji mêj ve ev kar qedandiye, derbas kiriye û xilas kiriye.”

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved