Wezareta Tendirustiyê: 19 kesên din bi Koronayê mirine
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Wezareta Tendirustiyê: 19 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1236 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1236 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 286 kes li Hewlêrê, 574 kes li Silêmaniyê, 278 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 45 kes li Germiyanê û 23 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1063 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 350 kes li Hewlêrê, 401 kes li Silêmaniyê, 201 kes li Duhokê, 25 kes li Helebceyê, 67 kes li Germiyanê û 19 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 323712

Mirin: 5764

Başbûn: 289700

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved