BasNews- Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 2 hezar û 953 berketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 44 kes jî bi Koronayê mirine.
Îro roja pêncşemê 23.09.2021ê Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn di heyama 24 saetên dawîn 2 hezar û 953 berketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 5 hezar û 335 kes jî bi Koronayê mirine û 44 kes jî bi Koronayê mirine.
Herwiha heta niha li seranserî Iraqê û Herêma Kurdistanê 1 milyon û 987 hezar û 352 kes bi Koronayê ketine û 1 milyon û 882 hezar û 596 kes baş bûne û 21 hezar û 993 kes kes jî bi Koronayê mirine.