BasNews- Ji ber rûdaneke hatûçûnê li ser rêya di navbera Berdereş – Kelekê nêzîkî gundê Girdepan heft kes mirin.
Berdevkê Rêveberiya Polîsê Hatûçûnê li Duhokê Azad Teha ragihandiye îro roja çarşemê 22.09.2021ê ji ber rûdaneke hatûçûnê di navbera Berdereş - Kelek li nêzîkî gundê Girdepan heft kes mirine.
Herwiha Azad Teha da zanîn rûdan di navbera otombîleke barhilgir û otomobîlekê de taybet de pêk hatiye û di cihê rûdanê de 6 kes mirine û kesekî din jî bi giranî birîndar bû û ew kes jî miriye.
Herwiha Berdevkê Polîsê Duhokê Hêmin Silêman jî di daxuyaniyekê de daye zanîn qurbaniyên wê rûdanê endamên yek malbatê ne.