BasNews- JI ber şerê berdewam ê Tirkiyê û PKKê li nava xaka Herêma Kurdistanê zêdetir ji 800 gundên Herêma Kurdistanê ji xizmetguzariyê bêpar in û hatine valakirin û jiyan li wan gundan nemaye.
Berpirsê hikûmeta Kurdistanê bo bersivdayîna raportên navdewletî li ser rewşa mafên mirov li Kurdistanê, Dîndar Zêbarî di daxuyaniyeke fermî de ku kopyeyeke wê ji bo BasNewsê jî hatiye şandin aşkere kiriye ji ber şer û pevçûnên di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê li sînorên Herêma Kurdistanê bi sedan hemwelatî zirarmend bûne û canê xwe ji dest dane û zirar gihaye mal û milkê wan jî.
Herwiha Dîndar Zêbarî aşkere jî kiriye ji destpêka sala 2021ê heta dawiya meha Tebacê 165 êrîşên asmanî û 274 êrîşêbi bi gulleyên topan û 6 êrîşên bejayî hatine encamdan ku ji ber wê zêdetir ji 800 gund hatine çolkirin û bêxizmetguzarî mane.
Di berdewamiyê jî de Dîndar Zêbarî amaje bi wê yekê jî kiriye, hîç aliyekî nîştmanî û navdewletî destpêşxer nebûne ji bo gehiştina bi derencamekê ji bo qerebûkirina wan hemwelatiyên di wan êrîşan de canê xwe ji dest dane û mal û milken wan zirar dîtine