Hefteya bê PDK vedigere Mexmûrê
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

BasNews- Berpirsê Liqa 23 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kirmanc Ebdulla ragihandiye wan soz dabû xelkê Mexmûrê û ew dê bi Ala Kurdistanê û PDKê vegerin Mexmûrê.

Îro roja çarşemê 22.09.2021ê Berpirsê Liqa 23 yê PDKê li Mexmûrê Kirmanc Ebdulla ji BasNewsê re axivî û da zanîn wan weke PDKê soz dabûn xelkê Mexmûrê ku bi Ala Kurdistanê vegerin û ew dê roja sêşemê bi Ala Kurdistanê biçîn Mexmûrê û baregeha xwe li nava Mexmûr vedikin û dest bi bangeşeya hilbijardina jî dikin ji bo herdû kandîdên me ser bikevin.

Herwuha Kirmanc Ebdulla da zanîn bi beşdariya cemawer û kadirên PDKê wê roja sêşema bê karnevaleke mezin were li darxistin ji bo bangeşaya hilbijartinê.

Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê baregeha PDKê li Mexmurê nemabû û çendîn caran xelkê Mexmûrê daxwaza vegera PDKê û hêza Pêşmerge dikir ji bo Mexmûrê.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved