BasNews- Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1117 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 13 kes jî bi Koronayê mirine.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1117 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 289 kes li Hewlêrê, 372 kes li Silêmaniyê, 329 kes li Duhokê, 32 kes li Helebceyê, 65 kes li Germiyanê û 30 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Raperînê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1036 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 360 kes li Hewlêrê, 343 kes li Silêmaniyê, 211 kes li Duhokê, 29 kes li Helebceyê, 75 kes li Germiyanê û 18 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 322476
Mirin: 5745
Başbûn: 288637
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.