Iraq- 38 kesên din bi Koronayê mirine
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Iraq- 38 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 2 hezar û 906 kesên din bi Koronayê ketine û 38 kesên din Koronayê mirine.

Îro roja çarşemê 22.09.2021ê Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn di heyama 24 saetên dawî de li seranserî Iraqê 2 hezar û 906 kesên din bi Koronayê ketine û 4 hezar û 989 berketî baş bûne û 38 kes jî bi Koronayê mirine.

Herwiha heta niha li seranserî Iraqê 1 milyon û 984 hezar û 399 kes bi Koronayê ketine û 1 milyon û 877 hezar û 261 kes baş bûne û 21 hezar û 949 kes kes bi Koronayê mirine.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved