Li Amedê çalakiya Geşta Bisîkletê ya Jinên Xemlandî birêve çû
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Amedê çalakiya Geşta Bisîkletê ya Jinên Xemlandî birêve çû

BasNews – Li Amedê çalakiyek bi navê “Geşta Bisîkletê ya Jinên Xemilandî” hat lidarxistin. Çalakî her sal di “Roja Cîhanî ya Bajarên Bê Otombêl” de tê li darxistin ku li 25 welatan, li 150 bajaran bi awayekî hevdem hat lidarxistin.

Amedê mazuvaniya çalakiyeke rengîn kir. Li cadeya Mahabadê li Parqa 75ê çalakiyek bi navê “Geşta Bisîkletê ya Jinên Xemilandî” hat lidarxistin. Jinên xemilandî jî ji bo beşdariya çalakiyê bi bisîkletên xwe berê xwe dan cadeya navdar a Amedê cadeya Mahabadê. Çalakî li 25 welatan, li 150 bajaran bi awayekî hevdem hat lidarxistin. Jinên ku bi bisîkletên xwe beşdarî vê organizasyona cîhanî bûn jî kêfxweşiya xwe ji çalakiyê anîn zimên û herwiha bang kirin ku di civakê de divê jin bêhtir derbikevin pêş û bêhtir bibin xwedî rol.

Beşdareke çalakiyê ji K24ê re diyar kir: “Em jî wek Komîsyona Jinan a Baroya Amedê li vê derê ne û beşdarî çalakiyê dibin. Em dixwazin bidin nîşan ku jin dikarin hemû wesayîtên veguhastinê bi kar bînin û divê jin hemû wesayîtan bi awayekî azad bi kar bînin. Ji bo jiyaneke aramtir û ji bo bajareke paqij û ekolojîk bikaranîna bisîkletê girîng e. Ev çalaki jî dixwaze vê hişmendiyê derbixe holê û bibe wesîle ku li nava civakê jî belav bibe.”

Çalakiya ku li Cadeya Mahabadê dest pê kir bi geşta nav bajêr dom kir û dîsa li cihê destpêkê bi dawî bû. Beşdarên çalakiyê amaje kirin ku çalakbûna jinan nîşaneya pêşketina civakê ye û bikaranîna bisîkletê jî nîşaneya paqijbûn û rêkûpêkbûna bajêr e ku bi vê çalakiya ciyawaz û rengîn jî tê xwestin balê bikşînin ser van herdu mijaran.

Beşdareke din a bi navê Belqis Çakmak diyar kir: “Em dixwazin jin ji her qadê jiyanê de derbikevin pêş. Bila jin xwe nedin paş bila xwe bidin pêş.”

Sûzan Şahîn jî dibêje: “Bila jin xwe bidin pêş. Di trafîkê de ne tenê mêr, jin jî hene. Bila were zanîn.”

Çalakiya ku her sal di  meha îlonê de di “Roja Cîhanî ya Bajarên Bê Otombêl” de tê li darxistin cara yekem di sala 2013an de li Îzmîrê bo balkêşana bikaranîna Bisîkletê dest pê kiriye û beşdaran xwe bi rêya Facebookê rêk xistine û li cîhanê belav bûye ku di sala 2019an de jî li 115 bajaran hat li darxistin ku Amedê jî cara yekem mazuvaniya vê çalakiyê kir. Çalakî heta nava Bircên Amed dom kir û jinan li nava Bircên Amed govend girêdabn û bi stran tililiyan dawî li çalakiyê anîn. 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved