Îdareya serbixwe ya Zaxo pêngavekî din ê xizmetkariya kabîneya nehem a ji bo hemwelatiyan e
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Îdareya serbixwe ya Zaxo pêngavekî din ê xizmetkariya kabîneya nehem a ji bo hemwelatiyan e

BasNews – Îro 20.09.2021ê îdareya serbixwe ya Zaxo ji aliyê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat ragehandin û rêveberê geştûguzar a Zaxo jî vê derbarê de dibêje, ev pêngave ji hemû aliyan ve giringiyekî mezin dê bide Zaxo.

Rêveberê geştûguzar a Zaxo Çiya Emîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ragehandina îdareya serbixwe ya Zaxo pêngavek e bo zêdetir avadaniya Zaxo û cîhbicîh kirina projeyên xizmetê û derfeta kar bo xelkê Zaxo. Li vê deverê sektorên geştûguzar û tenduristiyê dê pêşbikevin. Ji ber ew rutîniya berê hebû namîne û giringiyekî zêdetir dê ji sektora geştûguzar a Zaxo re bê dayîn.’’

Rêveberê geştûguzar a zaxo got: ‘’Zaxo yek ji deverên stratejîk ê sektora geştûguzarê ye. em di wê baweriyê de ne ku bi ragehandina îdareya serbixwe ya Zaxo ve dikare pêngavên baştir bo xizmet kirina xelkê Zaxo ye û Zaxo dê bibe malbendeke gelek bihêz û giringiya deverê û gelek pêşkeftin dê derkevin holê.’’

Rêveberê nahyeya Batîfa ya ser bi Zaxo Ferhad Mehmûd jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ragehandina îdareya serbixwe ya Zaxo yek ji xizmetên din ên kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê ye, nahyeya Batîfa jî dibe qeza û Bêgova dibe nahye û ev yek jî dê gehandina xizmeta zêdetir bo xelkê devera Zaxo li gel xwe bîne.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved