Li Ormiyê du welatiyên kurd di bin îşkenca pasdarên Îranê de hatin kuştin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Ormiyê du welatiyên kurd di bin îşkenca pasdarên Îranê de hatin kuştin

BasNews – Du welatiyên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ku bi birîndarî ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibûn girtin, di bin îşkencê de canê xwe ji dest dan.

Pasdarên Îranê roja 1 vê mehê li nêzîkî gundê Qarna yê bajarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê, otomobîlek dabûn ber guleyan ku du kes tê de bûn, her du jî birîndar bibûn.

Navê yekê ji wan kesan Eshed Ramîn û navê yê din jî Dawûd Rehîmî bû. Dawûd bûrayê Eshed bû.

Ew her du kesên han bi birîndarî rastî îşkenceya tund hatibûn.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, pasdarên Îranê duhî ji malbatên wan kesan re gotibûn ku Eshed û Dawûd endamên PDKÎ bûne û di girtîgehê canê xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyan, çend roj berê kurê Eshed Ramîn, Ramîn Ramîn û biraziyê wî Serdar Ramîn jî hatin girtin û derbasî girtîgeha Nexedê hatin kirin.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved