Li Rûsyayê di êrîşeke çekdarî ya li zankoyekî de 8 kes hatin kuştin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Rûsyayê di êrîşeke çekdarî ya li zankoyekî de 8 kes hatin kuştin

Rukiye Mistefa

BasNews – Komîteya Lêpirsîna Rûsyayê ragehand, li zankoya Perm kesekî ku xwandevane êrîşeke çekdarî pêkaniye û herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.

Li gor daxuyaniya Zankoya Perm, di avahiya zankoyê de kesekî çekdar gule li derdorê rêşandine, karmend û xwandevan jî di polên dibistanê de xwe veşartine.

Li gor dîmenên di çapemeniya Rûsî de cîh girtine, kesên ku di avahiyê de ne xwe ji pencereyan avêtine xwarê û dixwazin birevin, hin ji wan li pêş deriyên polên dibistanê bi kursiyan asteng çêkirine.

Wezareta navxwe jî ragehand, di êrîşê de kuştî û birîndar hene û piştî bûyerê demekî kurt êrîşkar hatiye kuştin.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî ragehand, di êrîşa çekdarî ya li Zankoya Perm, herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.

Hat ragehandin êrîşkarê ku xwandevanê heman zankoyê ye hatiye bê bandor kirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpê kirin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved