Ji rêveberekî PDKê bo YNKê: Vegera me ya beş bi beş ji mayîna serşoriyê baştir e
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Ji rêveberekî PDKê bo YNKê: Vegera me ya beş bi beş ji mayîna serşoriyê baştir e

BasNews – Endamekî rêveberiya PDKê bersivekî tund da çapemeniya fermî ya YNKê û ragehand, PDK vegera beş bi beş ango teqsîd, ji mana serşoriyê ya wek mana YNKê li Kerkûkê baştir dibîne.

Îro 20.09.2021ê çapemeniya fermî ya YNKê di çarçoveya perîşanbûna PDKê ya ji bo vegera PDKê û tirsa wan a vekirina binkeyên PDKê li Kerkûkê, bê ku sedemekî hebe êrîşeke tund a medyayî kir ser PDKê.

Endamê rêveberiya PDKê Necat Hesen ji BasNewsê re ragehand, YNK dibîne ku PDK bi kiryar vedigere bo Kerkûkê û bi serbilindî ala Kurdistanê bilind dike. Tirsekî wan a zêde ji vê heye, bi taybet jî ku nav YNKê bixwe de jî hîn alîgirên wan nîgeran in û birîndarin ku YNKê Kerkûk firot.’’

Herwaha got, YNK baş dizane ku Kerkûkî ji PDKê hezdikin û PDK take parêzgerê xwe dibînin. Ji ber wê jî ‘’Ditirsin PDK li Kerkûkê dê wan kursiyan bistîne. Tirsa wan ew e PDK dubare dê bibe partiya yekem û ew jî li gel hemû hevpeymaniyên çêkirine û pîneyan ve jî nikarin bibin nîvê PDKê jî.’’

Rêveberê PDKê bibîr anî YNKê dema ku tanq û debabeyên Heşdî Şeibî û hêzên Iraqê li ser bedena Pêşmerge re derbas dibûn, rêveberên Heşdî Şeibî li mala Parlamenterên YNKê de sifre bo wan raxistibûn û bi derketina ruhê Pêşmerge ve kenê wan û hire hira wan bû.’’

Necat Hesen aşkera got: ‘’Vegera bi beş beş û serbilindî ya PDKê ji bo Kerkûkê û bi ala Kurdistanê û wêneyê Serok Barzanî ve gelek serbilindtir e ji mayîna wan a tirsonekî û bi şerm ve ku nekarîn peykerê damezrînerekî xwe jî li kelha Kerkûkê de bihêlin.’’

Vê derbarê de namzedê PDKê li Kerkûkê Şaxewan Ebdula jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew çapemenî çend li dijî me biaxivin, ewqas dengên me zêde dibin, ew berdevkê wan kesane ne ku xiyanet li Kerkûkê kirin û bi hebûna me û pêgeha mezin a gel a PDKê ve lewaz bûn.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved