Wezîrê navxwe: Îdareya serbixwe ya Zaxo soza Serok Barzanî û daxwaza xelkê deverê ye
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Wezîrê navxwe: Îdareya serbixwe ya Zaxo soza Serok Barzanî û daxwaza xelkê deverê ye

BasNews – Îro di merasîmeka ragehandina îdareya serbixwe ya Zaxo de wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragehand, pêkanîna vê îdareyê daxwaza xelkê vî sînorî ye û soza Serok Barzanî ye ku serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kir biryar û cîhbicîh kir.

Wezîrê navxwe got: ‘’Îro şerefekî mezine ku em hemû li merasîma îdareya serbixwe ya Zaxo de beşdar dibin û daxwaza xelkê Zaxo û soza cenabê Serok Barzanî ye ku li ser destê cenabê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bû biryar û îro bi fermî tê ragehandin û li hemû xelkê vî sînorî pîroz be.’’

Rêber Ehmed got: ‘’Eger em vegerin bo proseya biryardanê û pêkanîna îdareya serbixwe ya Zaxo her ji destpêka kabîneya nehem de bernameya hikûmetê ku ji aliyê birêz Mesrûr Barzanî ve hat ragehandin, yek ji wan planên serekî ev bû ku xizmetkarî û desthilat ji navenda parêzgehan ve bê veguhestin ji bo qeza û nahyeyan û bi kiryar û rasterast birêz serokê hikûmetê serpereştiya wê proseyê kir. berî ew biryar derbikeve di civîna 62.mîn a roja 28ê Tîrmehê de biryar li ser hat dayîn û ferman ji îdare, wezaret û aliyên peyvendîdar re hat dayîn ku îdareya serbixwe ya Zaxo bingeh bê danîn. Ji ber wê jî berî çend heftiyekî biryara qezabûna Batîfa derket, heman demê de jî biryar li ser nahyeya Bêgova jî hate dayîn.’’

Herwaha got: ‘’Piştî biryar hate dayîn, lijneyek pêkhat ku birêz serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serpereştiya wê dikir ku ew pêdiviyên ku pêwîstin bo îdareya serbixwe, wek çawa îdareya Soran hate diyar kirin, bi Zaxo jî biryar vê derbarê de hatin dayîn. Ji bo wê jî hemû pêdivî û alîkarî hatin dabîn kirin.’’

Rêber Ehmed got: ‘’Pêdiviyên îdareya serbixwe ya Zaxo hatin amade kirin û demekî nêzîk de gelek fermangeh û saziyên ser bi wezaretên hikûmeta herêma Kurdistanê dê li îdareya serbixwe ya Zaxo bên vekirin.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved