BasNews – Li gundekî nahiya Pirdê ya Kerkûkê berpirsekî YNKê teqe li du kadroyên PDKê kir û her du jî birîndar kirin.
Berpirsê liqa PDKê li Kerkûkê, Kawe Ehmed ji BasNewsê re got, şeva borî li gundê Guldere yê nahiya Pirdê ya Kerkûkê muxtarê wî gundî ku endamê YNKê ye, teqe li pêşmergeyekî û endamekî PDKê kir ku mijûlî xebatên hilbijartinan bûn.
Kawe Ehmed da zanîn jî, ew her du endamên PDKê birîndar bûn. Ewê pêşmerge di piyê xwe de û yê din jî di serê xwe de birîndar bûne.
Wî berpirsê PDKê anî ziman jî, wan daxwaz ji YNKê kirine ew kesê ku teqe li endamên wan kiriye, teslîmî hêzên ewlehiyê bên kirin û got, ev nîşan dide ku nikarin xebat û pêşketina PDKê tehemul bikin.