Fazil Mîranî: Em li Bexdayê mamile bi zihniyeta siyasî re dikin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Fazil Mîranî: Em li Bexdayê mamile bi zihniyeta siyasî re dikin

BasNews – Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî dibêje, her çi qas zihniyeta Bexdayê li hember kurd vekirî be kurd ew qas bi Bexdayê re hevkar dibin.

Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî li ser hilbijartinan bersiva pirsên rojnamevanan da.

Fazil Mîranî behsa pêgeha PDKê li nav ereban de kir û got, pêgeha me li nav beşek ji ereban de bihêz e. Me li Bexda, Felûce û Enbarê kandîd hene û gelek alîgir û endamên me hene.

Mîranî her wiha got, kurd li Bexdayê mamile ligel zihniyeta siyasî ya Iraqê dike. Heta ew zihniyet vekirîtir be kurd dê ew qasî hevkar û alîkar bin. Berovajî wê yekê, kurd dê li ser mijar û daxwaziyên netewî rijdtir bin.

Wî berpirsê PDKê behsa xebatên PDKê yên hilbijartinan jî kir û got, vê carê PDKê li gorî hilbijartinên berê bi rengekî aramtir xebatên xwe yên hilbijartinan dest pê kir û heta niha jî wisa berdewam e. PDK li ser wê rêya nerm hatiye naskirin û kandîdên wê jî li ser wê yekê hatine perwerdekirin. PDK bi çavekî stratejîk li paşeroa Iraqê dinêre.

Li ser vegera Kerkûkê jî Fazil Mîranî got, PDKê Kerkûk bicîh nehîştiye da ku lê vegere. Tenê baregehên me yên li wir ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine girtin. Ew zihniyeta niha ya rêvebirina Iraqê ye jî. Wisa dizanin bi girtina baregehan emê lawaz bibin. Eger ew zihniyete neyê guhertin Iraq asûde nabe.

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved