BasNews – Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê perestarekî kurd bi rengekî gumanbar mirî hat dîtin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, derengiya şeva 17 vê mehê li nav nexweşxaneya Fecir ya Merîwanê termê perestarekî kurd bi navê Sîrwan Neslî hat dîtin.
Kesekî nêzîkî malbata wî perestarî gotiye, Sîrwan Neslî beriya ku wisa lê were, gotibû ku îstixbarata Îranê gefa kuştinê li wî xwariye.
Karmendekî wê nexweşxanê gotiye, dema term hat dîtin serê wî, stûyê wî û destên wî hatibûn şikandin û çavên wî jî zoq bibûn.
Beşek ji karmendên wê nexweşxanê yekser piştî dîtina termî wî perestarê kurd belav kirine ku wî perestî xwe kuştiye! Hinek jî dibêjin, bi elektirîkê canê xwe ji dest daye.
Du sal berê di navbera Sîrwan Neslî û pasewanên nexweşxanê de alozî derketibû, ji ber wê jî ew perestarê kurd du salan ji karê xwe hatibû dûrxistin lê piştî ku bê guneh hatibû dîtin, dîsa vegeriyabû ser karê xwe.
Mirovekî wî perestarî gotiye, hêzên ewlehiyê nehîştine ti kes termê wî bibîne û di bin tedbîrên tund de birine goristanê û veşartine.