BasNews – Wezîrê derve yê Îranê dê serdana bajarê New York a Amerîkayê bike.
Berdevkê wezareta derve yê Îranê Seîd Xetîbzade ji rojnamevanan re ragehand: Wezîrê derve yê Îranê Husên Ebdulahyan dê serdana New York bike.
Seîd Xetîbzade ragehand: Husên Ebdulahyan roja 20.09.2021ê beşdarê civîna giştî ya Netewên Yekbûyî ya li New Yorkê dike.
Li gor Xetîbzade ragehandiye, wezîrê derve yê Îranê li gel civîna giştî ya Netewên Yekbûyî dê li gel wezîrên derve yên welatên 4+1 jî bicive.
Welatên 4+1 ku pêktên ji çar welatên endamên daîmî yên encûmena asayîşa navnetewî (Fransa, Rûsya, Brîtanya û Çîn) li gel Almanya ku li naverasta îsal danûstanên Viyana ya paytexta Avustralia hewla vegera Amerîkayê ya ji bo rêkeftina atomî da.
Şeva 08.05.2018ê serokê Amerîkayê yê wê demê Donald Trump vekêşîna welatê xwe ya ji rêkeftina atomî li gel Îran û 5+1 îmza kir.
Welatên 5+1 pêktên ji 5 welatên endamên daîmî yên encûmena asayîşa navnetewî (Amerîka, Fransa, Rûsya, Brîtanya û Çîn) li gel Almanya.