BasNews- Du çavkaniyên bajarê Jalalabad yê rojhilata Efxanistanê gotine zincîreyek teqîn îro şemiyê li bajêr bûn û di encamê de herî kên sê kes hatin kuştin û dora 20 kesan jî birîndar bûn.
Çavkanîyan ji ajansa Reutersê re gotine pênc teqîn bûne û wan agahî ji nexweşxane û gewahîderan wergirtin.
Çavkanîyekê gotiye hin endamên Talîbanê jî rastî ziyanan hatin. Çavkaniya duyem gotiye bumbeyan erebeyên Talîbanê kirin armanc.
Ajansa Rueters dibêje wê hewl da bi peyvdarê Talîbanê re li dor van teqînan biaxive lê pêwendî nebû.
Herwuha heta amadekirina vê raportê ti alîyekî berpirsiyariya teqînan nedaye ser milê xwe.
Jalalabad paytexta parêzgeha Nangarharê ye, ku bingeheke bihêz ya grûpa dewleta Îslamî ye.
Tê zanîn, grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsiyarîya teqînên roja 26ê Tebaxê li firokxaneya navnetewî ya Kabulê dabû ser milê xwe, ku di encamê de 180 kes hatin kuştin.