Rukiye Mistefa
BasNews – Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê McKenzie ragehand, roja 29ê Tebaxê êrîşa esmanî ya nêzîkî balefirgeha Kabulê 7 zarok û bi giştî 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê encama lêkolîn û lêpirsîna li ser êrîşa nêzîk balefirgeha Kabulê ragehand.
Dema berdevkê wezareta berevaniya Amerîkayê John Kirby civîna çapemeniyê ya rojane pêktanî de bi rêya vîdyo konferansê ve McKenzie beşdarî wê civîna çapemeniyê bû û ragehand: Di wê êrîşa tê gotin de em geheştin wê encamê ku, 7 jê zarok 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Herwaha ew wesayîtên ku armanca wê êrîşê bûn û kesên têde ti peyvendiya wan bi DAIŞê re tine û ji bo hêzên Amerîkayê rasterast nabin metirsî.
McKenzie ji malbatên wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û got: ''Ew êrîş ji bo parastina hêzên me û ew sivîlên ku me derdixistin pêşîgirtinbû ji metirsiyê ango ji bo asteng kirina metirsiyê bû. Lê ez ji dil lêborîna xwe dixwazim. Wek fermandar hemû berpirsyariya wê ez digrim ser xwe.''