BasNews- Li berdewamiya serdana xwe ya Brîtanyayê, êvariya îro pênçşemê 16.09.2021 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Londonê pêşwaziya siyasetmedar û serokwezîrê berê yê Brîtanya û dostê gelê Kurdistanê John Major kir.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên gelê Kurdistanê ji bo John Major dûpat kir ji bo wê piştevanî û hevkariyên salên nohtî yên sedsala derbasbûyî li rojên teng da pêşkêş kiribû û li gel welatên dinê dost bi hanaya gelê Kurdistanê ve hatin ku li encamê da biryara 688 ya navdewletî derket û navçeya nefirîn û newaya aram ji bo gelê Kurdistanê damezra.
Li vî derbarî de Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Gelê Kurdistanê tu carî hevsozî û dostayetiya cenabê we û gel û Hikûmeta Brîtanya û welatên dinê dost ji bîr nake û herdem bi rêz û pêzanînê ve li hevkarî û piştgîriya we û bi girîngîdana berdewamiya bi doza xwe ya rewa dibîne.’’
Ji aliyê xwe ve John Major soz û xweşdiviya xwe ya ji bo gelê Kurdistanê dûpat kir û hêviya serkeftinê ji bo gel û ezmûna Herêma Kurdistanê xwest.
Nirxandina rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê bi giştî û îro ya Herêma Kurdistanê û destkeftên sîh salên piştî wê dîrokê, mijareke dinê hevdîtinê bû.