Mesrûr Barzanî: Nabe çav li ber wan kesan were girtin ku zêdegavî li ser milkê giştî dikin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Mesrûr Barzanî: Nabe çav li ber wan kesan were girtin ku zêdegavî li ser milkê giştî dikin

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyekê de ligel Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê ragihand; bi ti awayî nabe çav li ber ti kes, alî û grûpekê were girtin ku dixwazin zêdegavî li ser milkê giştî encam bidin. Lijneya Ewlehiyê demildest jûreke operasyonan ji bo cîbicîkirina fermanên Serokwezîr pêk anî.

Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê bi daxuyaniyekê hûrgiliyên civîna vê êvarê ya Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê eşkere kir.

Li gor daxuyaniyê, civîn bi mebesta danîna plan ji bo rêgirtin li mijara zêdegavî û wê diyardeya ku li sînorê parêzgeha Hewlêrê dest pê kiriye, hatiye encamdan û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw serperiştiya civînê kiriye.

Hat diyarkirin ku di beşeke civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê beşdarî civînê bûye û biryar û rênimayên pêwîst pêşkêşî amadebûyên civînê kiriye û li Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê ferman kiriye ku bi ti awayî nabe çav li ber ti kes, alî û grûpekê were girtin ku dixwazin zêdegavî li ser milkê giştî encam bidin, li ser vê mijarê jî piştevaniya xwe ji bo Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê cardin aniye ziman.

Daxuyaniya Parêzgeha Hewlêrê eşkere kir ku Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê biryara pêkanîna jûreke operasyonê û hêzeke hevbeş ji hemû hêzên ewlehiyê da, ku her îşev biryar kete warê cîbicîkirinê, herwiha hemû hêzên ewlehiyê destvekirî kir ji bo ku demildest hemû wan kesan werin desteserkirin û rêkarên yasayî li hember werin kirin, ku zêdegavî li ser milkê giştî encam didin an jî rûbirûyî hêzên ewlehiyê dibin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved