Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê civiya  
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê civiya  

BasNews- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdaneke fermî li Londonê ye, li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê li hejmara xwe ya Twitterê derbarê civîna li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê peyamek belav kir û got, “Min bi helkefta destbikarbûna wê wek Wezîra Derve ya Brîtanyayê pîrozbahî li Liz Truss kir.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku wan di civînê de gotûbêj li ser çawaniya pêşxistina “peywendiyên me yên bihêz kir” û got, “Min li gel Liz Truss gotûbêj li ser piştevaniya Brîtanyayê bo Herêma Kurdistanê kir.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ,”Min ligel Liz Truss gotûbêj li ser aramiya navçeyê û pirsên rojevê yên din kir.”

Liz Truss ku berî niha Wezîra Bazirganî ya Navdewletî ya Brîtanya bû, roja çarşemê di çarçova guhertinên di kabîneya hikûmetê de, ji aliyê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ve wek Wezîra Derve hat destnîşankirin.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved